Skip to main content
Rêwîyekî Dîn



Sal 2016, meha hezîranê ez derketim rê...



Dû meh pêşîya hezîranê 2016'an min destbi hazirîya xwe kir û min got dê û bavê xwe ez ê vê havînê bigerim. Dê û bavê min seri de gûh nedane min, zêde ciddî negirtin û pişt gûhê xwe we avetin. Min ji got madem wisa ye hûnê bibînin. Ew ji ne neheq bûn, feqîra bawer nedikirin û digotin perê wî tine ye, heke em jî pere nedin wî û ew jî nikare cihekî de here. Lê belê nizanîbûn min zûda hazirîya xwe kiribû. Bi rastî ev hazirî ne hazirîyekî aborî bû û dîsa bi rastî pere min jî tine bû. Lê min çante, kon, qûşxane, kêr, lampe, bivir, sol, hwd. (naxwazim zêde dirêj bikim) bi kurtasî ew tiştên ku dema ezê bigerim hewce bibe, min wan hazir kiribû. 


Hazirîya min

Roj û meh derbas bûn hat ev roja dawîya azmûna min. Min êvarê çante xwe hazir kir, cil û bergê xwe hemû xist di nav çantê xwe û danî ber derî. Diya min got lavo ev çante çî ye ? Min jî got daye ne min goti bû we ez ê bigerim. Diya min bi qêrin û hawar gazî bavê min kir û got zû were kurê te dîn bu ye... Bavê min jî bi lez hat û çantê min dît û got kurê min xêre ev çî ye? Min jî got bavo xwedê ez dixwazim derkewim rê û herim ew cihên ku min qet nedîtiye.

-Kurêmin ka tê herî kîderê û çawa herî ?
-Xwedê bavo ne dîyar e lê ez dixwazim bigerim û ez ê pê otostopê herim. 


Dema ku ew pevya otostopê di devê min de derket, bavê min jî bawer kir ku ez dîn bû me. Tişt ne got û çu raza. Ez jî bi wi kelecanî ketim di nav cîyan û razam. Sibê zû hişyar bûm bi ginciroka dîya xwe min taştê kir û çantê xwe avet ser pişta xwe ku dîya min disa qêrîn kir û gazî bavê min kir. 

-Xwedê ew diçe, bêjê bila neçe.. 
-Min got dayê xwedê ez ê herim. 
-Bavê min go; kurê min pere te heye ? (êdî dizanîn min xistîye serê xwe)
-Bavo bi rastî perê min tine ye.
-Xwedê ser min jî pere tine ye lê eger tû gel min werî sukê ezê pere bidim te. Min jî got bavo xwedê azmûna min heye, divê ez herim zaningehê. Bavê min jî vegerîya ji dîya min re got eger gel te pere hebe bide Welat, ez ê paşê bidim te..

-Xwede tû jî dîn î, ez dibêjim destûr ne de tû dibejî min pere bidê.


Diya min bi xemgînî çû oda xwe û perê wî çaxî ( sal 2016) 120 lîre anî û da min.. Min destên dê û bavê xwe maç kir û çûm zaningehê û piştî azmûnê ez ketim rê..


Gola Reş, Artvin
Bazîd, Îdir, Erdexan, Qers, Artvin, Gurcistan (Batum), Rîze, Trabzon, Gîresun, Samsunê re ketim, Enqere, Afyon, Antalya, Muğla, Îzmîr, Balikkesîr, Bursa, Yalovayê derketim û li wir pê Feribotê derbasî Stenbolê bûm û 35 roj derbas bibû û van 35 rojan de min tinê 15 lîre da bû heqê rê. 




Cara yekem Ajotvanekî Jin Ez hildabûm



Ev 35 rojên tinê, bi ziman nayê gotin lê dikarim bejim ku min xwe naskir ji ber ku ez gelek bênteng bûm û bêhnfirehîyê rê hînî min kir. Di xwezayê de ez tenê bûm û her tişt bin qontrola min de bû. Min qet xema demjimêrê ne dikir. Cihekî da min çi qas bixwasta ew qas dimam û paşe berdevam dikir. Li alîye din ez hertim li kona xwe de dimam û min telefon zêde bikar nedianî, vext hemû yê min bû û min pîrtûk dixwend, ew devera ku ez lê, digeriyam û di gelê vê deverê re tekilî datinîn û hwd. Xwarin, wexwarin jî min çê dikir. Caran kartolan ser agir de çe dikir, caran ji firengî u xiyar dikir nav nanê tendûrê (nan jî min malê dizî bû) û dixwar. Lê ez dikarim bibejim ev xwarinên ku min bi serê xwe çê dikir û dixwar, ji kebaba Heci Xelil (cihekî pir navder e li Wanê) xweştir bû ji bo min. Caran ez diçûm gundekî li ser rê û min digot ez tî me, av dianîn û pirs dikirin tû birçiyî? Min bigota na jî (qet min negot na) xwarin dianîn. 


Şîvekî (li herema Uzungöl)


Her deşt, çiya, park û cihên ku wala hemû mala min bûn. 


Xewa li ser Bankê




 Min kincên xwe bi ava çem, serê xwe ji nav behrê û dema behrê derdiketim bi ava şirîn dişuşt. 


Kinc şûştin

Di dawî de hevalên/an minê ku li ser înstagramê min dişopandin peyam diavitin û digotin ew kîderê derket ? Tû dîn bu yî ? Xerê ev kîjan evînê te çola xistîye? Min digot yaw çima hûn wisa difikirin, ez ji xwera digerim. Kêfa min jî, derûnnasîya min jî baş e û min heta niha ev qas xwe baş hîs nekirîye. Carekî jî meta min telefonê min kir û got, Welat xêr e bavê te diştek got ku te mal berdaye û çuyî. Ev gotinên heval û xizmê min re ez tinê dikenîyam. Dema ku ez we rêwîtiyê vegeriyam min tiştên li vir nayê gotin jî bihîst lê ne xema min bû. Min bi sedan mirov û bi sedan cih dîtibû. Min rêyekî pir xweş û direj nêzikî 3500 kîlometr rê kiribû. 


Rê wekirîye, hûn jî derkevin rê...









Comments

  1. Ebbbbbbbbboooowww, te cesaret da min bi vê nivîsê. Hela bila hilbijartin derbaz be, Xwedê ji min û otostopê re kerîm e. 2016 çû, em li benda nivîsên gerê yên nû ne.

    ReplyDelete
    Replies
    1. Di serî da min xwest ku ez çîroka xwe binivîsim, Nivîsen nû di rê de ne û ji niha ve serkeftin ji te re.. Weki goti Rê vekirîye :)

      Delete
  2. Welato, heyran qurban ! Serkeftin ji bo te, min nivîsa te zahf eciband. Rê qurbana binê lingên te bin lan !

    ReplyDelete
  3. Kekê Welat wêrekti ya te re xeyran mam 🙏🙏

    ReplyDelete
  4. Wow I want to share trips like this with you! you are a good traveling companion.

    ReplyDelete
    Replies
    1. We already had lots of memories together and I belive that we will have more experiences together.. Next one will be about our long trip from Georgia to Armenia and Iran.. :)

      Delete
  5. Birayê delal, ez jî carek (14 salî bûm) min qet ji kesî re negot û çume Mêrdînê, li nav dikana pirtûkfiroşeke ez bûm evîndarê pirtûkan û min ji bi vî awayî xwe nas kir. Te jî bi vê nivîsê anî bîra min. Wellehî ez hinek xemgîn bûm. Her çibe. Te gelekî xweş nivîsiye, zimanê te û destê te sax be. Bi hêviya jiyanek bextewar...

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas mamoste.. Ev heza ku hûn didin, bawerîya min heye ku emê serkevin.. Bi jiyanekî azad..

      Delete
    2. Hebûna we bes e.

      Delete
  6. Nivîsa te pir xweş bû Welat , hemû kes xweziya xwe li te anî welle :) ya gerên xwe ên berê jî ên nûh jî bi detay qal bike ji me re , min bi xwe meraq kir :) ser xêrê bloga te cardin , em ê tiştên xweş bixwînin diyar e :)

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas ji bo şîrova xweş.. Ez jî hêvî dikim we mahçûp nekim..

      Delete
  7. bi ketina xwe ya rêyê te em jî ji rê derxistin, dilê me di cihê xwe da nasekîne, dixwaze bibe rêwî. :) bêtir bigere û bêtir binivîse ku em jî bêtir bixwînin. rêya te tim vekirî be, ginciroka te li ser sifreya taştê kêm nebe.

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas :).. Xem nekê emê bihevra jî derkevin rê...

      Delete
  8. You are a different story Welat, you are a person who needs to walk to meet again. You need to grab your backpack and fly. You already did it once and you can do it again.

    You urgently need to meet again. You need to walk, you need to reflect on all the paths you have traveled. I am sure that you will meet and you will shine Insha'Allah. Time to time and we will meet again in the future to tell me everything.

    Enter your deepest and reflect. You already did it once and you flew alone and without any financial resources and remember how rich you became.

    Please write again. Come back to yourself. Laugh at yourself. Reflect positive. I know what you want to be, don't see darkness. Wealth is there and you are going to find it. Your spiritual, mental and emotional wealth is waiting for you. Come back, go get her. Savor yourself, love yourself, take care of your smile and be honest. Come back to yourself.

    Do not be saddened by the past, the present and the future awaits you and there is much good to come. Allah gives us opportunities every day that we wake up and we are able to breathe and do good. Do good and you will find good and you do not know which of those goods is I know will return in your favor. Do not be saddened by the past. Make yourself easier. Nothing lasts. Everything goes, everything dies, look far towards how you love yourself after death and how you want to be remembered. You do not know or remember but you have done a lot of good to deserve the good and Allah will facilitate it.

    Insha'Allah our paths meet again in harmony. I love you so much

    ReplyDelete

Post a Comment

Popular posts from this blog

Gincirok Slav Ji We re,             Ez difikirîm ku çi nav li bloga xwe bikim. Di seri de min got ev bloga bila tinê bloge gerînê be ku ez tinê nivîsên li ser gerînê xwe binivîsim. Lê paşê ez fikirîm û min got ne hevceye ku ez xwe sînor bikim ji bo wê min xwast ku bila nave bloga min tiştekî giştî be ku çi bixwazim ezê wî binivîsim. Min ji çend hevalên/an xwe pirs kir çend nav dîtin (lê ew nav ne aîdî jîyana min bu), çend hevalên/an min ji (Roza Sierra û Omer Faruk Baran) gotin tû bi serê xwe navekî bibîne ji ber ku bila aîdê te be. Ez difikîrîm lê bawerim ji ber rojîyê bû min tû nav ne dît. Êvar bu û ez û Rozerîn (pisikaseredare.blogspot.com) hatin malê, dê û bavê min re sihbet kir û bû dereng, dîya min got kûrê min me hişyar bike paşîvê û ew razan, Rozerîn pîrtûka Oscar Wilde dixwend ez jî li ser computerê bê wate digerîyam kû belkî navekî ji bo bloga xwe bibînim. Saet bû 01:30ê sibê min diya xwe hişyar kir ji bo paşîvê û min bi diya xwe re sifrê amade kir. Min gazî Rozerînê ki