Skip to main content
Gincirok


Slav Ji We re,

           Ez difikirîm ku çi nav li bloga xwe bikim. Di seri de min got ev bloga bila tinê bloge gerînê be ku ez tinê nivîsên li ser gerînê xwe binivîsim. Lê paşê ez fikirîm û min got ne hevceye ku ez xwe sînor bikim ji bo wê min xwast ku bila nave bloga min tiştekî giştî be ku çi bixwazim ezê wî binivîsim. Min ji çend hevalên/an xwe pirs kir çend nav dîtin (lê ew nav ne aîdî jîyana min bu), çend hevalên/an min ji (Roza Sierra û Omer Faruk Baran) gotin tû bi serê xwe navekî bibîne ji ber ku bila aîdê te be. Ez difikîrîm lê bawerim ji ber rojîyê bû min tû nav ne dît. Êvar bu û ez û Rozerîn (pisikaseredare.blogspot.com) hatin malê, dê û bavê min re sihbet kir û bû dereng, dîya min got kûrê min me hişyar bike paşîvê û ew razan, Rozerîn pîrtûka Oscar Wilde dixwend ez jî li ser computerê bê wate digerîyam kû belkî navekî ji bo bloga xwe bibînim. Saet bû 01:30ê sibê min diya xwe hişyar kir ji bo paşîvê û min bi diya xwe re sifrê amade kir. Min gazî Rozerînê kir û em rûniştin li ser sifrê. Gincirok hebû li ser sifre û Rozerînê got, tû çima navê bloga xwe nakî 'Gincirok'. Çirûskekî li mejîyê min da pêket û min biryar da ku ezê navê blogê bikim 'Gincirok'.


Gincirok 
Weki hûn dizanin taştê ya Wanê navdar e. Ev navdarî ji gincirok û piranî tiştên bi ard tê çekirinê pêk tê.. Lê mesela min û Gincirokê ne ev e.. Heya tê bîra min taştê de ez ji xeynî Gincirokê tû tişt naxwim. Ez çûm kîderê Gincirok jî bi min re hat. Dema ku min li Zonguldaxê zaningeh dixwand jî bi min re hat, û dema ku min dîsa zaningeh dixwand li Edirnê ginciroka min dîsa bi min re bû. Min jî got ez navê bloga xwe bikim tiştekî her roj di nav jîyana min de ye û min wê blogê amade kir. Bi bawerîya nivîsên xweş..

Ser xêrê be... :) 

Comments

  1. Bloga te li ser xêrê be. Taşte, firavîn, şîv, paşîv, çi hat ber dev û destê te binivîse. Hez û hurmet.

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas ji bo hêzdayîna te.. Hez û Hurmet ji wir heya Amedê.

      Delete
  2. Bloga te li ser xéré be. Bi héviya berdewama berhemén te.

    ReplyDelete
  3. Merhaba Gincirok :) Bloga te ser xêrê be û ez li benda poxîn û mirtoxeyê me 😋

    ReplyDelete
    Replies
    1. Xwedê Roza eger tû dixwazi ez dikarim poxîn û mirtoxe ji te re bişînim, lê nikarim çêkirina wan binivîsim :).

      Delete
  4. Pîroz û bimbarek be bloga. Te navekî xweşik li bloga xwe kiriye lê ev gincirok çi ye min qet nexwariye, xwezka te resmekî wê li nivîsa xwe bikira :)

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas :). Erê xwedê te ji rast got.. Lê eger dema te hebe we re Wanê.. Gincirok ji ev e .. http://www.herrenk.com/sdetay.asp?did=1081

      Delete
  5. Silav welat, ser xêrê bê û ti bi xêr hatî. ;) û gincirok çi ye? :/

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas, xerdar bî, Eger dixwazî we re Wanê. Tiştekî pir dizîye, em nabejin tu kesi :) http://www.herrenk.com/sdetay.asp?did=1081

      Delete
  6. Ji vê Bakurê heta wê Bakurê bloga te ser xêrê be, xwedê te'ala bi dê û bav mezin bike :)

    ReplyDelete
  7. bila bloga te jî wek taştêya wanê navdar bibe rojek, dem dema blogeran e çimkî :)

    ReplyDelete
  8. Bloga te ser xêrêbe bîrako, navê bloga te pîroz be ez gelek kêfxweş bûm jî bo navê bloga te:-) jî wxe te nave kî başqe daniya ser bloga xwe te neheqî bikira gincirokê :-)

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas dilê min.. Ji xwe min navekê din lê kiriba Zibêde Xanım qebûl nedikir.

      Delete
  9. Bloga te ser xêrê be mibareq be, de hayde me bifirene, li benda te ne !

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas canê.. Her hebî.. Emê bifirin lê hedî hedî :)

      Delete
  10. Bloga te ser xéré. Kurtceyi öğrendikçe okuyacagim güzel maceralarını. Kalemin hic durmasın welade, emanete xwedé be.

    ReplyDelete
    Replies
    1. Gelek spas Hacer.. Tenê bixwaze.... Ser çavan :)

      Delete

Post a Comment

Popular posts from this blog

Rêwîyekî Dîn Sal 2016, meha hezîranê ez derketim rê... Dû meh pêşîya hezîranê 2016'an min destbi hazirîya xwe kir û min got dê û bavê xwe ez ê vê havînê bigerim. Dê û bavê min seri de gûh nedane min, zêde ciddî negirtin û pişt gûhê xwe we avetin. Min ji got madem wisa ye hûnê bibînin. Ew ji ne neheq bûn, feqîra bawer nedikirin û digotin perê wî tine ye, heke em jî pere nedin wî û ew jî nikare cihekî de here. Lê belê nizanîbûn min zûda hazirîya xwe kiribû. Bi rastî ev hazirî ne hazirîyekî aborî bû û dîsa bi rastî pere min jî tine bû. Lê min çante, kon, qûşxane, kêr, lampe, bivir, sol, hwd. (naxwazim zêde dirêj bikim) bi kurtasî ew tiştên ku dema ezê bigerim hewce bibe, min wan hazir kiribû.  Hazirîya min Roj û meh derbas bûn hat ev roja dawîya azmûna min. Min êvarê çante xwe hazir kir, cil û bergê xwe hemû xist di nav çantê xwe û danî ber derî.  Diya min got lavo ev çante çî ye ? Min jî got daye ne min goti bû we ez ê bigerim. Diya min bi qêrin û hawar gazî bavê min