Skip to main content

Posts

Rêwîyekî Dîn Sal 2016, meha hezîranê ez derketim rê... Dû meh pêşîya hezîranê 2016'an min destbi hazirîya xwe kir û min got dê û bavê xwe ez ê vê havînê bigerim. Dê û bavê min seri de gûh nedane min, zêde ciddî negirtin û pişt gûhê xwe we avetin. Min ji got madem wisa ye hûnê bibînin. Ew ji ne neheq bûn, feqîra bawer nedikirin û digotin perê wî tine ye, heke em jî pere nedin wî û ew jî nikare cihekî de here. Lê belê nizanîbûn min zûda hazirîya xwe kiribû. Bi rastî ev hazirî ne hazirîyekî aborî bû û dîsa bi rastî pere min jî tine bû. Lê min çante, kon, qûşxane, kêr, lampe, bivir, sol, hwd. (naxwazim zêde dirêj bikim) bi kurtasî ew tiştên ku dema ezê bigerim hewce bibe, min wan hazir kiribû.  Hazirîya min Roj û meh derbas bûn hat ev roja dawîya azmûna min. Min êvarê çante xwe hazir kir, cil û bergê xwe hemû xist di nav çantê xwe û danî ber derî.  Diya min got lavo ev çante çî ye ? Min jî got daye ne min goti bû we ez ê bigerim. Diya min bi qêrin û hawar gazî bavê min
Recent posts
Gincirok Slav Ji We re,             Ez difikirîm ku çi nav li bloga xwe bikim. Di seri de min got ev bloga bila tinê bloge gerînê be ku ez tinê nivîsên li ser gerînê xwe binivîsim. Lê paşê ez fikirîm û min got ne hevceye ku ez xwe sînor bikim ji bo wê min xwast ku bila nave bloga min tiştekî giştî be ku çi bixwazim ezê wî binivîsim. Min ji çend hevalên/an xwe pirs kir çend nav dîtin (lê ew nav ne aîdî jîyana min bu), çend hevalên/an min ji (Roza Sierra û Omer Faruk Baran) gotin tû bi serê xwe navekî bibîne ji ber ku bila aîdê te be. Ez difikîrîm lê bawerim ji ber rojîyê bû min tû nav ne dît. Êvar bu û ez û Rozerîn (pisikaseredare.blogspot.com) hatin malê, dê û bavê min re sihbet kir û bû dereng, dîya min got kûrê min me hişyar bike paşîvê û ew razan, Rozerîn pîrtûka Oscar Wilde dixwend ez jî li ser computerê bê wate digerîyam kû belkî navekî ji bo bloga xwe bibînim. Saet bû 01:30ê sibê min diya xwe hişyar kir ji bo paşîvê û min bi diya xwe re sifrê amade kir. Min gazî Rozerînê ki